Kemal Sunal | |
---|---|
Jidayikbûn | 11 çiriya paşîn 1944 |
Mirin | 3 tîrmeh 2000 Stembol |
Sedema mirinê | Mirina masûlkeyên dil (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | Goristana Zincirlikuyuyê |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde |
|
Pîşe | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ali Kemal Sunal (jdb. 11ê çiriya paşîn 1944 li Küçükpazar, Stembol, Tirkiye − m. 3ê tîrmehê 2000 li Stembol) yek ji aktorên sînemayê yên Tirkiyeyê ye.
. Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî, Vefa Lisesi, bi lîstika şanoyê "Zoraki Takip - Şopandina bi zorê" dest bi jiyana xwe ya aktoriyê dike. Di şanoya Devekuşu Kabare Tiyatrosu de dixebite û di sala 1973an de dest bi sînemayê dike.
Di sala 1974an de dizewice û du zarokên wî çêdibin. Di 1995an de Zanîngeha Marmarayê fakûlteya çapkirin-weşan, beşa radyo, têlevîzyon û sînemê bi dawî dike. Bi giştî di 82 fîlman de rol digire. Karakterên nû di komediya Tirkiyê de vedike û bi serkeftî wan pêşkêş dike. Di jiyana xwe ya taybetî de gelek cidî tev digere. Di hîç bernameyeke TVan de cih nagire û hevpeyvîn çênake. Di nav gel de piranî bi navê Înek Şaban ("Şabanê Çêlek") tê naskirin.
Ew bi mirina masûlkeyên dil jiyana xwe ji dest dide.