Kom | |
---|---|
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Kom berhevokek ji tiştên ji hev cuda ye ku bi xwe mîna tişteka serxwe tê ferizkirin. Koman yek ji bingehîntirîn çemkên matematîk in.
Georg Cantor, bingehdanerê bîrdoza komê, di destpêka berhema xwe ya bi navê Beiträge zur Begründung der transfiniten Mengenlehre wisa dibêje:
Dema ku em dibêjin "kom", mebesta me berhevokek e mîna M di hundira tevahiyekê da ku ji tiştên ji hev cuda û destnîşankirî mîna m (jê ra dibêjin endamên M) ku em jê agahdarin an jê difikrin pêk hatiye.
Endamên komekê dikarin her tişt bin: hejmar, mirov, pîtên alfabeyê, komên din, û hwd. Rêkeftin hatiye kirin ku em kom bi pîtên mezin an girek (A, B,C, ...) nîşan bidin.
Koma A û koma B yeksan in eger û tenê eger her du ne kêmtir ne zêdetir xwedî heman endaman bin.
Ew pênas ku pêştir hate dayin ne temame û di matematîkê da têgeha "kom" bêpênas tê qebûl kirin.
Du rêyan hene ji bo şayesandin, an destnîşankirina endamên komekê. Ya yekemîn bikaranîna şayesandineka watayî (semantic) e:
Rêya duyem lîstekirina endamên komê ye. Lîsteya endaman dikevin nava du kevanan:
Divê ku her endamê komê yekta be û di komê da çi endamekî dî wekî wî nebe. Tertîb û rêza lîstekirina endaman jî ne giring e:
Ji bo komên ku xwedî gelek endamin, lîsteya endaman dikare were kurtkirin. Ji bo nimûne, dibe ku şayesandina koma hezar tamjimarên yekem a pozîtîf wisa be:
Pêwendiya serekî navbera koman de endamêtî ye - dema ku komek endamê komek din e. Eger A endamekî B ye, em dê binivîsin A ∈ B. Û eger C ne endamekî B ye wê demê C ∉ B. Ji bo nimûne:
Eger hemû endamên koma A endamên koma B jî bin, wê demê tê gotin "A binkomeka B ye" û wisa tê nivîsîn: A ⊆ B.
Nimûne:
Koma vala binkoma her komeka din e û her komekê binkoma xwe ye:
Hinek kiryarên bingehîn hene bo avakirina komên nû ji komên dayî yên dî.
Du koman dikarin ser hev bên zêdekirin. Hevgirtin a A û B ku bi "A ∪ B" tê nîşandan, koma hemû ew tiştan e ku endamê A yan jî B ne.
Nimûne:
Hinek taybetmendî:
Herwiha, komeka nû dikare bi destnîşankirin û cudakirina endamên hevbeş di du koman da bêt avakirin. Hevbirîna A û B, ku bi A ∩ B tê nîşandan, koma hemû ew tiştan e ku hem endamê A ne û hem jî endamê B ne.
Nimûne:
Hinek taybetmendiyên bingehîn: