Çavkaniya vê gotarê tine ye. Ji bo pêşvexistina vê gotarê ji kerema xwe re çavkaniyên pêbawer lê zêde bike. Naverokên bêçavkanî dibe ku werin îtirazkirin û jêbirin.Çavkaniyê lê bigere: "NASA" – pirtûk · zanyar · archive.org · nûçe · wêne
Logotîpa NASA'yê

NASA kurteya National Aeronautics and Space Administration e, di sala 1958'an de hate damezrandin, saziya dewletî ya DYA'yê bo xebat û lêkolînên hewa û kosmosê ye.

Bingeha damezrandina vê saziyê heya sala 1915'an kevn e. Berê li ser teknîk û lêkolînên balafiran xebat dikir. Navê wê yê wê demê NACA (National Advisory Committee for Aeronautics) bû. Armanca saziyê ya dizî, afirandina çek û firokeyên şer ên nû bo artêşa DYA'yê bû. Bi destpêkirina pêşbirka lêkolîn û seferên kosmosê (valahiyê, fezayê) vê saziyê jî xebatên xwe berfirehkir.

NASA niha seferên roketan li dardixe. Ji şandina satelîtan a derê dorkaşa erdê û keşifkirina heyvê bigire heya şandina alavên keşfê bo exterên (gerstêrkên) dorkaşa rojê gelek xebatan dike. Bi milyaran dolaran diravê terxan dike. Bi hezaran xebatkarên û bi dehan laboratiwarên xwe yên nûjen, saziyeke mezin ê cîhanê ye.

Çavkanî