Asfalt, qîr an jî hele xweyî çebuyî çimentoya asfaltê di xwezayêda an jî beşa mezin ji prosesa rafîneya petrolê wek berhemekî kêlekî tê destxistin. Avabuna kîmyevî a asfaltê, têkelangkî kompleks ya hîdrokarbonan e. Di hindurê wîde kêmzede ev element hene;
Rêje ya C/H , bandorekî mezin li ser tevger u taybetmendiya asfaltê dike. Dema ev rêje kêmbu, giraniya molekullî u viskozita wî jî kêm dibe. Avabuna asfaltê avabunekî kolloîdal e u ji van endama pêk tê.
Asfalten Gola- Asfaltên vî tîpê piranî li Venezuela (Bermudez), Trînîdad (Tobago) tê rastandin. Kanîyanda ji xîzê biçuk u bitumê kêmzede 39 % bitum heye.Bi vî awayê meriv dikare wî di rêyande bikarbîne.
Asfalten Xîz-Asfalten vî tîpe di nava xîzande tevlihev tê ditin.Kanîyen heri girîng u mezin li Kanada (Alberta), Amerîka (Gîlsonîte) tê dîtîn.
Asfalten Zinaran-Asfaltên vî tîpê di nava qelişê zinaranda wek cuhe tên dîtîn.ji van zinaran re Asfaltît tê gotin u asfaltît li erdnîgariya me de gelek tê ditin.Li cihanêde a herî mezin u girîng Amerîka Kentuck’e ye. Meriv dikare vana perçebike u bike melzemê rêya.
Asfaltîtan, bi metamorfîzma petrolê hatîye çêkirin u maddeyên xwezayî ên wekasfaltîye. Li Kurdistanê nêzikî 200 mîlyon rezervê wî hene. Ev rezerve niha ji alîye kolonîstan tê derxistin u ji welatê me durdikeve. Alîyeki din de ji bo dadandinê jî te bikaranîn.