Firawer, firaweher, firaweştî, firavartî navê nîşaneya, sîmbola ola Zerdeştîtiyê ye. Zerdeştîtî ola gelên îranî bû, bi belavbûna Îslamê re hêdî hêdî ji holê rabû. Niha gelek kêm bawermendên vê olê hene.
Firawer sîmbola ruhê bêdawî ye. Heger bawermend bixwaze û têbikoşe, dikare di cîhana xwe ya hundirî û ya derveyî de rindî û başiyê biserbixe. Heger viya bike, başiyê bifikire, başiyê biaxive û başiyê bike ruhê wê tê bixelatkirin, xwe digihîne pardêzê (bihuşt).
Ev ne sîmbol an nîşaneya xweda Ahûra Mazda ye. Di ola zerdeştiyê de Ahûra Mazda bi tîrêj an agir hatiye dirûvandin. Wêneyê Ahûra Mazda nîne. Ahûra Mazda di Zerdeştîtiyê de Xweda ye. Xweda û mirov ji heman koka tîrêjî ne. Jiyan dualî ye. Her tişt dualî ne. Jiyan hebe, mirin jî heye. Dar bigihên, dirizin jî. Başî hebe, xirabî jî heye. Mirov divê têbikoşe û başî û qenciyê biserbixe.
Fira îro jî di kurdî de tê wateya firînê. Kesê difirre. Wer, weher, wehar (di formeke din de wertî, wehertî, wehartî) jî, di wateya "ya baş, tercîha baş, tercîhkirina ruhê, tişta baş". Bi giştî di kurdiya îro de tê wateya "ruhê baş ê tercîhkirî yê li jor, bi safî û pakijiya xwe berî bi bêdawîtiyê difirre".