Beşek rêzika li ser |
Lezbiyen, gey, bîseksuel û transgender (kesên êlcîbîtî LGBT) |
---|
Berpêbûniya zayendî |
|
Dîrok |
|
Çand |
|
Maf |
|
Helwestên civakî |
|
Pêşbiryar / Şîdet |
Qadên Akademîk û vegotin |
|
Transgender (xwendin: /trænsˈdʒɛndər/, kesên trans) rewşa ku tunebûna ahengiyê di navberên nasnameyên kesan û zayenda wan ên xuya ye.[1] Ji bo pênaskirina van kesan peyva kesên trans tê bikaranî. Transgender ji berpêbûniya zayendiyê xweser e û pêkan e ku heteroseksuel, hevzayend, bîseksuel û hwd. bin. Hin transgender difikirin ku berpêbûniyên zayendiyê ya kevneşopî li ser wan nayê sepandin.
Pênaskirina trangender vana dihewînin:
1. Kesên ku bi aşkere li pênasên têkiliyî ya rolên zayendan a jin û mêrê ya kevneşopî nayên, lê di nav van rolan tevdigerin.[2]
2. Ew kes dibînin û difikirin ku ji bo pênaskirina wan a rastî, çewtî yan kêmasî li zayendên wan a ji zayînê ve hatiye binavkirin hene.[3]
3. Kesên bi zayendê xuya ku ji zayînê ve hatiye binavkirin, nayê pênaskirin an jî nayê temsîlkirin.[4]
Têgihên travestîtîzm, transeksuelî û transgender ji hev gelek cuda ne. Travestîtîzm, ji kesên ku kincên cinsiyeta din li xwe dikin re tê gotin û piranî tenê pozisyona sekse elaqedar dike. Transeksuel ew kes in ku xwe ji zayenda hemberî dihîsin û hewceyî şibandina zayendê hemberî dibînin. Piraniya transeksuelan ji travestiyan cudatir ji ameliyatên zayendguhertinê derbas dibin û ji hêla qanûnî ve dikare zayendê/a xwe ya qanûnî jî biguherînin û ji vê re tenê wekî "jin" an jî "mêr" tên hesibandin.