Zinar navê kevirên bilind yan jî yê hevgirtinên ji kevir (formasyonên jeolojîk) e.
Ji kevirên re ku bi awayeke azad li erdê disekinin zinar naye gotin. Zinar pêtir navê kevirên ku ji erdê ve mezin û bilind bûne ye. Herwiha, zinar ji kevir pêk tê, lê bi xûyabûna xwe (bilindbûn hwd.) wek zinar tê binavkirin.
Zinar sembola metanetê ye. Çiya jî xwediyê vê maneya sembolîk e, lê bi xwe ji zinaran meztir e. Lerwa gotina zinar, di gelek helbest, stran û çîrokan de derbas dibe.